Li bakurê Îsraîlê kesek hate kuştin

Li bakurê Îsraîlê di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû, polêsan ragihand ku wan "terorîstê gumanbar bê bandor kiriye”.

Li bakurê Îsraîlê kesek hate kuştin
24 adar, 2025   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Îsraîlê îro di encama gulereşandinê de kesek hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Kanala 13 a Îsraîlê ragihand ku îro danê sibehê li nêzîkî bajarê Yokneam ê li bakurê Îsraîlê, di encama gulebaranê de mêrekî 75 salî hatiye kuştin û ciwanekî 20 salî jî birîndar bûye.

Kanalê ragihand ku hêzeke mezin çûye cihê bûyerê û "polîsan terorîstê gumanbar bê bandor kiriye.”

(k)