Çeteyên li peravê komkujî kirin veguhastine Serêkaniyê

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe yên ku li peravên Sûriyeyê komkujî li dijî elewiyan kiribûn, veguhastine Serêkaniyê.

Çeteyên li peravê komkujî kirin veguhastine Serêkaniyê
24 adar, 2025   13:49
HESEKÊ

Piştî ku hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê operasyonek li dijî "bermahiyên rejîma berê" dan destpêkirin, di nava çend rojan de komkujî li dijî elewiyên li herêmên peravê yên Sûriyeyê hatin kirin. 

Li gorî rapor û dîmenên ku hatine parvekirin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pişt komkujiyên li dijî elewiyan in. Komên çeteyan "El Hemzat" û "El Emşat" bi pêkanîna komkujiyan li perava Sûriyeyê tên tawanbarkirin. Van koman beriya niha li herêmên dagirkirî sûc li dijî Kurd û Ereban jî kiribûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî dane ajansa me, dewleta Tirk a dagirker ev çend roj e çeteyên El Hemzat û El Emşat ên ku komkujî li dijî elewiyan kirine, tîne bajar.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyan di deriyê gundê Keşto yê başûrê bajar re tîne Serêkaniyê. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide çeteyên ku komkujî li dijî elewiyan kirine, veşêre.

(bb)

ANHA