Şahê Urdinê şandina hêzên xwe ji bo Xezayê red kir

Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî diyar kir ku Urdin hêzan naşîne Xezayê û got Urdin ji siyaset û pêşdeçûnên li wir diqewimin ve haydar e.

Şahê Urdinê şandina hêzên xwe ji bo Xezayê red kir
27 cotmeh, 2025   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî destnîşan kir ku Urdin beşdarî tu hêzan li Xezayê nabe û diyar kir ku çareserî ew e ku divê hêzên ewlehiyê yên Filistînê werin xurtkirin û ew bi alîkariya Urdin û Misirê werin perwerdekirin.

Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî (Duyem)  di daxuyaniyên xwe yên de bi BBC Panorama re diyar kir ku ew agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de pêşwazî dike.

El Sanî da zanîn ku "Urdin û Misr amade ne hêzên ewlehiyê yên Filistînê perwerde bikin."

Şahê Urdinê destnîşan kir ku pêdiviya parastina aştiyê bi piştgirîdayîna hêzên polîsên xwecihî yên Filistînê heye, Urdin û Misr dixwazin bi rêya perwerdekirina hejmarek mezin a ji van hêzan piştgiriyê bidin, lê hewcedariya vê yekê bi demê heye.

Ebdullah El Sanî anî ziman ku dê dewlet şandina hêzên xwe ji bo "mecbûrkirina" aştiyê li Xezayê red bikin, ji ber ku di navbera ferzkirina aştiyê û parastina wê de cudahiyek mezin heye.

Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî got: "Gelo erka hêzên ewlehiyê li hundirê Xezayê çi ye? Em bi hêvî ne ji bo parastina aştiyê be, ger armanc ferzkirina aştiyê be, kes naxwaze dest bide wan."

(fr)