Li Banyasê mayînek bi erebeya hêzên hikumeta veguhêz de teqiya

Li bajarê Banyasê yê girêdayî Tertûsê mayînek bi erebeyeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de teqiya.

Li Banyasê mayînek bi erebeya hêzên hikumeta veguhêz de teqiya
27 cotmeh, 2025   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku li bajarê Banyasê yê girêdayî bajarê Tertûsê yê peravê sûriyeyê mayînek, ji aliyê nenas ve hatibû çandin, bi erebeyeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de teqiya. Wê yekê tirsek di nava şêniyan herêmê de çêkir.

Nûçegihan da zanîn ku der barê zirarên ji ber teqînê çêbûne de tu agahî bi dest neketin.

(fr)

ANHA