Meclisa Edaletê ya Firatê 2 malbat li hev anî

Meclisa Edaleta Civakî û Komîteya Lihevanînê yên Kantona Firatê malbata Omer Xelîl Mihemed û Bendî Mehmûd Hec kuzo ên ji gundê Qere Mezrê yê li başûrê Kobanê piştî 3 salan ji pirsgirêkên navxweyî li hev anî.

27 cotmeh, 2025   17:45
KOBANÊ

Meclisa Edaleta Civakî û Komîteya Lihevanînê ya kantona Firatê malbata Omer Xelîl Mihemed û Bendî Mehmûd Hec Kuzo ên ji gundê Qere Mezrê, piştî 3 salan ji pirsgirêkên navxweyî, li hev anî.

Meclisa Edaeta Civakî û Komîteya Lihevanînê û rûspiyên herêmê ji bo lihevanîna her du malbatan li gundê Xetabişkê yê bakurê rojhilatê Kobanê, 3 kon vedan. Di bin kon de ji xelkê Reqa, Eyn Îsa, rûspî-şêxên eşîrên ereb, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên ji partiyên siyasî, xelkê ji her du gundan, amade bûn.

Merasîma lihevanînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li wir, hevserokê Rêveberiya Xweser a kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got ku ew xwediyê wê qenaet û zanistê ne ku dikarin pirsgirêkan çareser bikin û wiha anî ziman: " Em gav bi gav ber bi çareseriya ve diçin. Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin û va ye ku em gihiştin vê astê ku me pirsgirêka her du malbatan çareser kir û li hev anîn. Em bi vê hevgirtinê dê sûriyekê nenavendî ava bikin".

Rûspiyên eşîra El Cibûrî ya ji Hesekê şêx Ebû Salim û şêx Ebdullîlah El Xerbî jî beşdarî vê lihevanînê bûn û diayr kir ku: "Em hêvî dikin em pirsgirêkên wiha derbas bikin û yên li deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareser bikin. Divê em rûpelekî nû vekin, Sûriyeyekî ji bo hemû pêkhateyan ava bikn. Şer û ceng werin rawestandin, li şûna wan gotûgo hebin, zimanê efûkirinê bidin pêş û em hevdu qebûl bikin."

Ji eşîra Şêxan a bajarê Kobanê Mihemed Moro destnîşan kir ku wan di rojhilatê Firatê de konê biratiya gelan veda û got: "Ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin vî konî de amade bûne û em ê bi biratiya gelan bigihêjin serkeftinê. Me du malbatên ji gundê Qere Mezrê li hev anîn. Em bi hêvî ne ku pirsgirêkên malbatan werin çareserkirin û hemû pêkhate destê xwe dirêjî destê hev bikin, ji bo ku em Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava bikin. Em spasiya her du malbatên xwe yên ji gundê Qere Mezrê dikin, ji ber ku wan destê xwe dirêjî aşitiyê kirin."

Li ser navê her du malbatên ji gundê Qere Mezrê Meclisa Edaleta Civakî axivî û diyar kir ku: "Divê her tim destê me ji bo aştiyê vekirî be û hemû pirsgirêkên civakê werin çareserkirin û rûpelên aştî û çareserkirinê bên vekirin."

(sş/fr)

ANHA