Saar: Îsraîl şertên Hemasê red dike

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê şertên Hemasê red kirin û got divê girtî bê şert û merc bên azadkirin. Her wiha got “siberoja Xezayê bêyî Hemasm yan çekên wê ye”.

Saar: Îsraîl şertên Hemasê red dike
4 tebax, 2025   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar îro di civîneke çapemeniyê de got Hamas dixwaze şert û mercan ferz bike da ku kontrola xwe li ser Xezayê mîsoger bike û got Îsraîl bi tu awayî şertên Hemasê qebûl nake.

Gideon Saar anî ziman ku Îsraîlê hewl dide dawî li şerê Xezayê bîne û girtî werin berdan. Her wiha got Îsraîlê çareseriyên dîplomastîk tercîh dike. Saar îşaret pê kir ku "DYA niyet dike destwerdanê bike da ku karaseta mirovî ya li Xezayê sivik bibe û ji bo vê hemahengiyeke domdar heye”.

Saar helwestên hin welatên rojavayî wekî Fransa, Kanada û Brîtanyayê rexne kirin û wek "Piştevaniya nerasterast ji bo Hemasê û temenê şer dirêj dike" nirxand.

Saar, Hemas tawanbar kir ku sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne û xwest pêşî li diyardeya revandina sivîlan jî bê girtin. Saar di dawiya axaftina xwe de got heya ku Hemas dev ji çekan û rêbaza xwe ya çekdarî bernede, cihê wê di siberoja Xezayê de nîn e.

(bb)