Cenazeyên 5 şervanên QSD’ê bi heybet hatin oxirkirin

Şêniyên Şedadê cenazeyên 5 şervanên QSD’ê yên di 31’ê Tîrmehê de li gundên rojhilatê Dêrazorê di encama êrişa şaneyên DAIŞ’ê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke biheybet spartin axê.

4 tebax, 2025   15:57
HESEKÊ

Di roja 31’ê Tîrmehê de şaneyên DAIŞ’ê êrişî benda leşkerî ya li bajarokê El Hewayic ê rojhilatê Dêrazorê kiribû. Di encamê de şervanên QSD’ê Hesen Hamid Ehmed (Adem), Izedîn Seyîd El Xelef (Yûsif), Emar Mihemed El Eloş (Berî), Emar Mihemed Xelîfe (Cûdî) û Mazin Edela Xelef (Qeyser) şehîd bûbûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê merasîma oxirkirina cenazeyên her pênc şehîdên QSD’ê îro li pakrewangeha şehîdan a bajar li dar xist.

Nûnerên rêveberiya bajar, saziyên civakî, her wiha bi sedan şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê şervanên QSD’ê merasîma leşkerî li dar xist. Di berdewama merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed Xelîl axivî. Xelîl bal kişand ser rola şehîdan û got: “Şehîd ew in ên herî bi rumet di cîhana me de. Wan ji bo gelê me bi aramî jiyan bikin, canê xwe feda kirin. Em îro bi saya wan serkeftinan jiyan dikin. Dema têkçûyînan nemaye, em nema bi paş de vedigerin.”

Di berdewama merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a El Bisêrayê ya Dêrazorê Beyan Hisên axivî û ev tişt anî ziman: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Wan erka xwe ya parastinê bi cih anîn. Di wê navberê de rastî êrişa destên xedar hatin.”

Dûre nasnameyên her pênc şehîdan hatin xwendin û ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi dirûşman spartin axê.

(dc)

ANHA