Pêşbirka ‘Nivîskarên Siberojê’ gihaşt Hesekê û Amûdê

Qonaxa duyem a pêşbirka "Nivîskarên Siberojê" îro li bajarên Hesekê û Amûdê berdewam kir.

Pêşbirka ‘Nivîskarên Siberojê’ gihaşt Hesekê û Amûdê
Pêşbirka ‘Nivîskarên Siberojê’ gihaşt Hesekê û Amûdê
Pêşbirka ‘Nivîskarên Siberojê’ gihaşt Hesekê û Amûdê
Pêşbirka ‘Nivîskarên Siberojê’ gihaşt Hesekê û Amûdê
Pêşbirka ‘Nivîskarên Siberojê’ gihaşt Hesekê û Amûdê
4 tebax, 2025   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro qonaxa duyem a pêşbirka Nivîskarên Siberojê dest pê kir.  Li bajarên Hesekê û Amûdê yên kantona Cizîrê 40 zarok tev lê bûn.

Pêşbirk ji sala 2020`an ve ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin. Qonaxa yekem a pêşbirka îsal, meha Tîrmehê dest pê kir.

Li Hesekê, pêşbirk li Navenda Xabûr ya Çand û Hunerê, bi tevlêbûna 17 zarokên di navbera 10-17 saliyê de hate lidarxistin.

Di qonaxa duyemîn a pêşbirkê de zaroka kurteyên çîrokên ku berê xwendibûn nivîsîn û li pêş komîteya nirxandinê xwendin.

Qonaxa duyem a pêşbirkê her wiha îro li Navenda Horî Çand û Hunerê li Amûdê bi tevlêbûna 23 zarokan hat lidarxistin. Dê û bavên zarokan ji bo piştgiriya zarokên xwe bi wan re hatin cihê pêşbirkê.

Ji rêveberên Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê Lûlyana Morîs diyar kir ku "armanca pêşbirkê ew e ku çanda xwendinê di nava zarokan de were çandin, xeyala wan a afirîneriyê fireh bike û wan teşwîq bike ku bi zimanê xwe yê dayikê binivîsin."

Lûlyana Morîs da zanîn ku pêşbirk ji sê qonaxan pêk tê; xwendina devkî ye, kurtkirina çîrokan û nivîsandina çîrokekê.

(k)

HESEKÊ

AMUDÊ