Şandeyeke Brîtanî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye

Şandeyeke Brîtanî ji bo ku pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji nêz ve bişopîne, îro serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê diyar kir ku ew ê piştgirî bidin vê pergalê.

Şandeyeke Brîtanî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
25 sibat, 2025   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber ku pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk xwedî nasnameyeke xurt e û ji tevahî welatên cîhanê re bûye mînek, bala mirovan dikêşe. Di vê çarçoveyê de îro şandeyeke Brîtanî bi armanca naskirina pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şande ji 4 kesayetên xwedî erk û nûnerên partiyên siyasî yên li Brîtaniyayê pêk tê.

Şande ji bo ku hevdîtinên xwe bi gelek cihan re pêk bîne û pergala vê herêmê berfireh nas bike, berê xwe da Şaredariya Bajarê Qamişlo û ligel hevşaredaran hevdîtin pêk anîn. Her wiha şande serdana Balafirgeha bajarê Qamişlo û cihê têkiliyên Giştî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir.

Di hevdîtinan de rewşa herêmê bigiştî, êrîşên dewleta Tirk û zerara ku bi xwe re tîne, hat nîqaşkirin. Şandeya ku eleqeyek mezin nîşanî pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk da, diyar kir ku ew ê vê pergalê ji bo Brîtanyayê weke mînak nîşan bidin.

Şandeyê anî ziman ku agahiya wan li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hovîtiya ku pêk tînin heye û got ku ew ê heta dawiyê piştgiriya pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk bikin.