Di foruma jinên ciwan de rola jinan di avakirina Sûriyeyê de hat nîqaşkirin

Yekitiya Jinên Ciwan bi sernavê "Bi pêşengtî û têkoşîna jinên ciwan ên Sûriyeyî em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin" û bi beşdariya zêdetirî 100 kesayetên ji pêkhateyên Sûriyeyê forumek li dar xist.

Di foruma jinên ciwan de rola jinan di avakirina Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
Di foruma jinên ciwan de rola jinan di avakirina Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
Di foruma jinên ciwan de rola jinan di avakirina Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
Di foruma jinên ciwan de rola jinan di avakirina Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
25 sibat, 2025   16:41
REQA

Yekitiya Jinên Ciwan li hola Mişwar a bajarê Reqayê ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li Sûriyeya nû û astengiyên rûbirûyî wan forumek li dar xist. Di forumê de gelek jinên ciwan, endamên rêxistinên jinan ên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di forumê de fermandara Meclisa Leşkerî ya Reqayê Nûda Efrîn axivî û bal kişand ser girîngiya rola jinan di avakirina civakeke demokratîk û azad de û got digel guhertinên siyasî û civakî hîna li pêşberî jinan astengî û kêşe hene.

Nûda diyar kir ku jin pêşeroja gelan ava dikin û got: "Jin hembêza ku tê de civaka mezin dibe, ye."

Dûre li ser berxwedana û têkoşîna gelê Kurdistanê ya li dijî zulm û bindestiyê, yekitiya gelan û hevgirtina wê û têkoşîna jinan, sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Piştre beşdaran li ser her du mijarên panelê "Rewşa civakî ya ku jinên ciwan li gorî mercên dijwar ên welat tê jiyîn, dikişînin" û "Çawaniya têkoşîna jinên ciwan a ji bo misogeriya mafên xwe di Sûriyeya nû de" nîqaş kirin.

Her wiha beşdaran nêrînên xwe der barê, rewşa jinan li Sûriyeya nû û qeydên li ser wan hatine ferzkirin, rêbazên geşkirina rola wan di tevahî aliyên jiyanê de; çi siyasî, civakî û aborî be, qanûn û siyasetên bandorên l iser mafên jinan dikin de, anîn ziman.

Di dawiyê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Leyla El Ebid encamnameya forumê xwend û wiha ye:

Geşkirin û bihêzkirina jinên ciwan di tevahî aliyên siyasî, civakî û çandî de.

Li gel jinên ciwan bi rêya lidarxistina panel û atolyayan hişyarî, zanabûn û hîsa niştîmanî û berpirsiyarî were zêdekirin.

Ji bo bilindkirina asta fikrî ya jinên ciwan perwerdeyên fikirî û siyasî werin vekirin.

Ji bo aşkerakirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan têkoşîn bê kirin û daxwaza serbestberdana jinên di girtîgehên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî de girtî ne, were kirin.

Têkoşîn û îsrara ji bo daxwaza rizgarkirina her bihosteke axa dagirkirî (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) were kirin ku koçber bi awayekî ewle vegerin.

(fr)

ANHA