Li Hesekê sextekarekî belgeyan hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesê ku karê sextetiya belgeyan dike girt û ji Dozgeriya Giştî re hat veguhastin ku lêpirsîn der barê de were kirin û tedbîrên qanûnî werin girtin.

Li Hesekê sextekarekî belgeyan hat girtin
25 sibat, 2025   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Dezgeha Têkoşîna Dijî Tawanan di 15’ê Sibatê de li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê kesê ku belgeyan sexte çêdike girt. 

Navendê diyar kir ku piştî şopandin û komkirina agahiyên guncaw der barê tawanbar de, hêzên ewlehiyê operasyonek pêk anî û ew tawanbar girt, her wiha miqdareke alav û amûrên di kiryarên zextekirinê de bi kar tîne, belgeyên sextekirî hatin desteserkirin.

Alav û madeyên hatine desteserkirin wiha ne:

4 çapxane û çapxaneyeke hesinî tevî pêdiviyên wê.

2 alavên nixumandinê yên germahî.

237 mohrên sextekirî yên sazî û aliyên cihêreng.

Pênûsên taybet bi kiryarên sextekirinê.

Kaxiz û belgeyên sextekirî weke pasport û bawernameyên ajotinê yên navdewletî.

Di dawiyê de navendê anî ziman ku kesê ev karê sextekariyê kiriye, ji Dozgeriya Giştî re hat veguhastin û tedbîrên guncaw ji bo wî bên girtin.

(fr)