Li Efrînê ciwanekî 26 salî hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî 26 salî, dema tevî malbata xwe vegerî gundê xwe yê Efrînê, revand.

Li Efrînê ciwanekî 26 salî hat revandin
8 îlon, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, di 5ˊê Îlona 2025ˊan de malbateke Efrînî, ya ku 8 sal e bi darê zorê koçber bûye, ya ji gundê Qenterê yê bajarê Mabeta yê Efrînê, vegerî gundê xwe. Lê taviliya vegeriye gund çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser wan de girt û ciwanê bi navê Hesen Îbrahîm Celo (26) revand.

Rêxitinê da zanîn ku di serdegirtina malê de, çeteyan li pêş malbatê li kurê wan da, piştre jî li bavê wî da û telefonên hemûyan desteser kirin.

Rêxistinê diyar kir ku heta vê kêliyê aqûbeta wî ciwanî ne diyar e, malbat û xelkê gund bi fikar in.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, bi taybet li Efrînê sûcên revandin, lêdan, îşkence û guhertina demografîk didomînin.

(fr)