Rûsyayê ragihand ku bajarokekî Ukraynayê kontrol kiriye

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, hêzên Rûsyayê bajarokekî li herêma Donetskê ya Ukraynayê kontrol kiriye.

Rûsyayê ragihand ku bajarokekî Ukraynayê kontrol kiriye
27 tebax, 2024   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê li herêma Donetsk bajarokekî din nêzî bajarê Pokrovsk bajarokek din kontrol kiriye. 

Artêşa Ukraynayê jî ragihand ku Rûsya hêzên xwe li devera Pokrovskê ya li rojhilatê Ukraynayê bi hêz dike.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha hatiye gotin: “Yekîneyên Hêzên Koma Navendî ya Rûsyayê di encama operasyonên çalak de bajarokê Orlovka yê girêdayî Komara Gel a Donetskê rizgar kir. Li herêmên Vozdvizhenka jî formasyonên hêzên Ukraynayê kirin hedef. Windahiyên dijmin ên li herêmên Vozdvizhenka, Rozovka, Novgorodskoye û Sergievka yên Komara Gel a Donetsk bi qasî 530 leşker û tank û 4 maşîneyên zirxî, 6 maşîne û gelek çekan e.”

(bb)