Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 5 kes birîndar bûn

Di bombebarana Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de kerî kêm 5 kes birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 5 kes birîndar bûn
27 tebax, 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di bombebarana artêşa Îsraîlê ya li dora bajarokê Mecadil ê li başûrê Lubnanê de, 5 kes birîndar bûye.

Her wiha artêşa Îsraîlê bajarokê Îta Şam topbaran kir. Di encamê de zirarên mezin çêbûn.

Balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê jî devera di navbera Debşe û Elî El Tahir de û bajarokê Naqûre û Birc El Milûk ên li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

(şx)