Cewad Zarîf dê vegera karê xwe yê berê

Wezîrê karên derve yê berê yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf ji îstifaya xwe vekişiya û ragihand ku dê vegere erka xwe ya berê û wek alîkarekî taybet ê serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kar bike.

Cewad Zarîf dê vegera karê xwe yê berê
27 tebax, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê berê yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku ew ê vegere erka xwe ya berê wek alîkarekî taybet ê kar û barên stratejîk ê serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kar bike.

Zarîf 11`ê Tebaxê piştî ku bû alîkarê kar û barên stratejîk ê serokkomarê Îranê, îstifa kiribû.

Zarîf wê demê gotibû wî îstifa kiriye "ji ber ku di erkdakirina endamên hikumetê de nêrîna komîteyên şêwirê nehatiye girtin”.

Zarîf, berê şêwirmend û şêwirmendê herî mezin ê wezîrê karên derve, cîgirê wezîrê kar û barên qanûnî û navneteweyî, endamekî payebilind ê diyaloga şaristaniyan, serokê komîteya bêçekkirinê ya NY`yê li New Yorkê û hevkarê sereke ya rêveberiya gerdûnî bû.

Zarîf yek ji endezyarên herî navdar ê lihevkirina nukleerî ye ku DYA`yê di serdema Trump de sala 2018`an jê vekişiya.

(şx)