Rûsyayê ragihand ku 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirine

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokên Zapsley û Ryasnoye yên li herêma Sumy ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

Rûsyayê ragihand ku 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirine
26 gulan, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bajarokên Zapsley û Ryasnoye yên li herêma Sumy ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, di 24 saetên borî de bi qasî hezar û 125 leşkerên Ukraynayê bûne qurbanî û 3 mûşekên SCALP xistine xwarê.

Her wiha destnîşan kir ku li Deryaya Reş 2 keştiyên bêmirov ên Ukraynayê hatine rûxandin.

(bb)