Rêya Şam-Siwêdayê hat girtin

Rêya Şam-Siwêdayê hat girtin û tevgera çûn û hatinê ya li devera Ceremana ya gundewarên Şamê hat sekinandin.

Rêya Şam-Siwêdayê hat girtin
26 gulan, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane dezgehên medyayê, îro rêya Şam-Siwêdayê ya nêzî herêma Metla ya di bin serweriya hêzên hikumeta demkî û çekdarên eşîran de, hat girtin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku çûn û hatina Ii bajarê Cerama yê gundewarên Şamê hatiye sekinandin û tedbîrên ewlehiyê hatine asêkirin.

Der barê mijarê de daxuyaniyên fermî nehatin dayîn û agahî nehatin belavkirin.

(bb)