Rûsyayê kontrolkirina du bajarokên Kharkivê ragihand

Rûsyayê ragihand ku wê bajarokên Bulnaya û Novoaleksandrovka yên Kharkivê kontrol kirine û dorpêça xwe ya li ser hêzên Ukraynayê girantir kiriye.

Rûsyayê kontrolkirina du bajarokên Kharkivê ragihand
21 îlon, 2026   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokên Bulnaya û Novoaleksandrovka yên herêma Kharkivê kontrol kirine. Wezaretê daxuyand ku wan0 dorpêça xwe ya li ser yekîneyên Ukraynayê yên li bakurê rojhilatê herêmê girantir kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, hêzên wê 3 hewldanên hêzên Ukraynayê yên şandina teqwiyê ji bajarê Olkhovatkayê re têk birin.

Wezaretê destnîşan kir ku hêzên wê li 153 deveran cihên lojîstîkî, tesîsên enerjî û veguhastinê, balafirgehên leşkerî, depoyên cebilxane û sotemeniyê û kargehên çêkirina dronan kirine hedef. Her wiha ragihand ku 4 bombeyên hewayî yên rêberkirî, 4 mûşekên HIMARS û 634 dronên Ukraynî hatine xistin.

(bb)