‘Divê her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne’

Xwendekarên Hesekê daxwaz kir bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û got divê her pêkhateyek bi zimanê xwe uê dayikê bixwîne.

‘Divê her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne’
22 îlon, 2026   07:50
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Xwendekarên Kurd ji 27`ê Tebaxê ve li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz helwesta xwe diyar dikin û ji 6`ê Îlonê ve çûyîna dibistanan protesto dikin. 

Ji Dibistana Îbn El Ruşd xwendekar ji ANHA`yê re axivîn û got ew dixwazin perwerdeya xwe bi zimanê xwe berdewam bikin.

Merwa Dawûd li ser navê xwendekaran got ew bi mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê ve girêdayî ne, ew dema bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, zêdetir fêm dikin û heke zimanê perwerdeyê were guhertin dê bandorê li wan bike. Her wiha Merwayê got bila her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.

Xwendekara bi navê Emanda Xelef jî got xwendekaran bi zimanê kurdî dixwend û qebûl nakin ku were guhertin, ji mafê wan e ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Ciwana Ehmo got ew biryara hikûmeta veguhêz red dikin ji ber zimanê kurdî nasnameya wan e, ew hêvî dikin ku biryar were sererastkirin û hemû pêkhate bi zimanê xwe bixwînin.

Şîlan Xelef got tenê 3 saet têra wan nake, hemû xwendekarên Kurd vê biryarê qebûl nakin û ew bi mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî ve girêdayî ne.

Sara Îmad jî got zimanê wan hebûna wan e, em israr dikin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Her wiha Newreda Mirad got bila li ser pêkhateyan ferz nekin ku perwerdeyê ne bi zimanê xwe bi zimanekî dîtir bibînin.

Diyana Ehmod got xwendekar zimanê erebî baş nizanin, ji ber bi kurdî xwendine.

Culya Eyo anî ziman ku ew bi zimanê xwe yê dayikê hîn zêdetir perwerdeyê fêm dikin.

Ji wendekarên xort jî Bengîn Hiso got ew guhertina ziman û meteryalên perwerde rexne dike, nabe ku ji carekê ve meteryal biguherînin û li ser wan ferz bikin bi zimanekî dîtir bixwînin.

Di dawiyê de Semer Îmad got ew zimanê erebî nizane û dê çawa perwerdeya xwe bi zimanê erebî bidomîne, ew biryara hikûmeta veguhêz qebûlnake û bi mafê xwe ve girêdayî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê kurdî bixwîne.

(np)

ANHA