Rûsyayê êrişeke nû li dijî Ukraynayê da destpêkirin

Rûsyayê êrişek nû li rojhilatê Ukraynayê, bi taybetî li herêmên Donetsk û Sumi, da destpêkirin.

Rûsyayê êrişeke nû li dijî Ukraynayê da destpêkirin
12 hezîran, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê bi armanca kontrolkirina cihên stratejîk, êrişek nû li rojhilatê Ukraynayê da destpêkirin. Êriş bi giranî li eniya Donetskê ya nêzî Karaamraskê hat kirin. 

Li gorî agahiyan, hêzên Rûsyayê li bajarokê Kostantinvkayê wekî cihekî lojîstîk ê girîng tê dîtin pêşketineke diyar pêk anî. Hate diyarkirin ku hêzên Ukraynayê bersiva êrişê didin û hewl didin bi pergala nûjen a dji dron û moşekan kapasîteya xwe ya parastinê pêş bixin.

Li aliyekî din hêzên Rûsyayê li Sumiyê ya nêzî Korsikê ya li ser sînorê Rûsyayê jî bi pêş de diçin û bi armanca avakirina "herêma tempon" nêzî 50 hezar leşker bi cih kirine. Li gorî şîroveyên leşkerî, hemwextî pêşdeçûna hêzên Rûsya ya li vê eniyê, hêzên Ukrayanyê ji ber hilweşîna alavên wê yên parastinê li hin bajarokan bi paş de vegeriyan.

(bb)