Artêşa Îsraîlê: Endamên Hemasê li Sûriyeyê hatin girtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyonekê de li herêma Beyt Cin a li başûrê Sûriyeyê endamên Hemasê hatine girtin.

Artêşa Îsraîlê: Endamên Hemasê li Sûriyeyê hatin girtin
12 hezîran, 2025   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku şeva borî li herêma Beyt Cin a li başûrê Sûriyeyê endamên tevgera Hemasê girtine û veguhastine Îsraîlê.

Berdevkê artêşa Îsraîlê der barê mijarê de ev agahî li ser hesabê xwe yê X’ê belav kir: "Şervanên Tugeya El Îskenderonî şeva borî li herêma Beyt Cin a başûrê Sûriyeyê operasyonek ji bo girtina terorîstên Hemasê li dar xist."

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku kesên hatine girtin, plana êrişên li ser sivîl û leşkerên Îsraîlê yên li Sûriyeyê dikir.

Hate diyarkirin ku girtiyên Hemasê veguhastine Îsraîlê da ku ji aliyê Yekîneya 504’an ve werin lêpirsînkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku leşkerên Îsraîlê teqemenî di operasyonê de desteser kirine.

SOHR’ê îro ragihandinbû ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Beyn Cin ê li rojavayê Şamê operasyoneke serdegirtinê pêk anî û diyar kir ku kesekî sûriyeyî hat kuştin û hin kesên din hatin girtin.

(bb)