Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 13 kes hatin kuştin

Li nêzî navenda belavkirina alîkariyan a nêzî benda Netsarimê ya Xezayê di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de 13 filistînî hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 13 kes hatin kuştin
12 hezîran, 2025   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya îro ya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tenduristiyê wergirtine, di gulebarana hêzên Îsraîlê de li nêzî navenda belavkirina alîkariyan zêdetirî 13 filistînî hatin kuştin û nêzî 200 kes birîndar bûn.

Heman ajansê duh diyar kiribû ku di êrişa duh (Çarşem) a li heman cihî de 28 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

(bb)