Rûsyayê di Îlonê de bi 5 hezar dronan û 185 mûşekan Ukrayna bombebaran kir

Rûsyayê di meha Îlonê de bi zêdetirî 5 hezar dronan û 185 mûşekan êrişî Ukraynayê kir.

Rûsyayê di Îlonê de bi 5 hezar dronan û 185 mûşekan Ukrayna bombebaran kir
1 cotmeh, 2025   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

AFPˊê bîlançoya êrişên Rûsyayê yên dijî Ukraynayê yên meha Îlonê aşkera kir.

Li gorî bîlançoyê, Rûsyayê di meha Îlonê de bi 5 hezar û 638 dronan û 185 mûşekan, êrişî Ukraynayê kiriye. Li gorî van daneyan, êriş li gorî Tebaxa borî ji sedî 38 zêde bûne.

Li kêleka wê hewlên dîplomasiyê yên ji bo rawestandina êrişên Rûsyayê û yên Ukraynayê zêde bûne.

AFPˊê di analîza li ser bîlançoyê de xwe spartiye detayên rojane yên ji pergala parastinê ya Ukraynayê derdikevin.

Ji bo rawestandina şerê Rûsya-Ukraynayê, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di nîvê Tebaxê de li Alaskayê civiyabûn. Lê tu encamên erênî ji bo rawestandina şer derneketibûn.

Di Îlonê de, Rûsyayê ragihadibû ku dan û standinên aştiyê yên bi Ukraynayê re "sekinîne". Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky Rûsya tawanbar kir ku armanca wê "dagirkirina Ukraynayê tevahî ye".  

(fr)