Li Qamişloyê şehîd Nagîhan Akarsal hat bibîranîn

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê ji bo bîranîna rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsal çalakiyeke çandî û hunerî li dar xist.

Li Qamişloyê şehîd Nagîhan Akarsal hat bibîranîn
Li Qamişloyê şehîd Nagîhan Akarsal hat bibîranîn
Li Qamişloyê şehîd Nagîhan Akarsal hat bibîranîn
Li Qamişloyê şehîd Nagîhan Akarsal hat bibîranîn
Li Qamişloyê şehîd Nagîhan Akarsal hat bibîranîn
Li Qamişloyê şehîd Nagîhan Akarsal hat bibîranîn
1 cotmeh, 2025   15:28
QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Dêrikê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsal di salvegera şehadeta wê ya 3ˊyemîn de, çalakiyek li dar xist.

Nagîhand Akarsal di 4ˊê Cotmeha 2022ˊyan de bi destê MÎTˊa Tirk li bajarê Silêmaniyê şehîd bûbû.

Di çalakiyê de endamên navendê, hejmarek jinên bajêr amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê, xwendekarên Dibistana Yûsif El Ezeme wêneyên li ser têkoşîna jinan û wêneyên şehîd Nagîhan Akarsal pêşkêş kirin. Li kêleka wê jî jinan destkariyên xwe yên folklorîk pêşkêş kirin.

Navenda Jineolojiyê dê ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsal û balkişandina ser mîrasa wê ya fikrî û têkoşînê, li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyan li dar bixe.

(fr)

ANHA