Li Til Hemîsê şervanekî QSD’ê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Til Hemîsê şervanê QSDˊê şehîd Ferec El Îda oxir kir û got "Em ê heta pêkanîna ewlehî û aştiyê li ser rêça şehîdan bin."

1 cotmeh, 2025   14:49
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û nûnerên QSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisên Malbatên Şehîdan, rûspiyên eşîran û bi sedan şêniyan cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ferec Qemer El Îd li Pakrewangeha Şehîdan a bajêr defin kir. 

Şervanê QSDˊê şehîd Harûn (Ferec Qemer El Îd) dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, di bersivdana êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˊê yên li gundewarê Dêrazorê de, di 29ˊê Îlona 2025ˊan de şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî û got: "Em îro bi serbilindî li pêşberî fedakariyên şehîdê me yê leheng Ferec Qemer El Îd in. Şehîd di oxira parastina welat û rûmeta gelan de canê xwe feda kir."

El Nayif diyar kir ku şehîd Ferec di salên dirêj de di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ma, dûre tev li QSDˊê bû û got: “Ne tenê şervanek bû, lê mirovekî bi doza xwe bawer û wefadarî gelê xwe bû.”

Ji fermandarên QSDˊê Ehid El Nasir jî got: "Şehîd Ferec di oxira welat de şehadet qezenc kir. Ew ji bo tevahî xelkê herêmê serbilindiyek e. Em hevrêyên wî, em ê li ser şopa wî bin, armancên wî yên pêkanîna ewlehî û aştiyê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bikin. Em nahêlin tu kes ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibe. Ev fedakarî badilhewa naçin."

Piştre endamê Kongra Îslama Demokratîk Taha Hemîd El Hisên axivî û got: "Şehîdan çete têk birin û li dijî fikra tundraw sekinîn. Şehadeta Ferec peyameke aşkera ye ku rêya azadiyê berdewam e û wê fedakarî aştiya mayînde encam bidin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û cenazeyî şehîd hat veşartin.

(fr)

ANHA