Rûsyayê bajarokê Kharkivê kontrol kir

Rûsyayê bajarokê Vodyanoye li herêma Kharkivê kontrol kir, 8 qeyik û 1061 dronên Ûkraynayê bombabaran kir.

Rûsyayê bajarokê Kharkivê kontrol kir
12 tebax, 2026   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Vodyanoye li herêma Kharkivê kontrol kir û destnîşan kir ku di 24 saetên borî de 8 qeyik û dronên Ûkraynayê xist.

Di daxuyaniya xwe de, wezaretê ragihand ku hêzên Rûsyayê 5 mûşekên dûravêj û 1061 dronên Ukraynayê têk birine, 6 bombeyên hewayî, 5 mûşekên HIMARS û 5 mûşekên Neptûn xistine xwarê.

Hêzên Rûsyayê ragihand ku êrişî balafirgehên leşkerî, tesîsên enerjî, sotemenî, veguhastinê kiriye û li 159 herêman êrişî depoyên dronan kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hêzên Flota Deryaya Reş 8 qeyik hêzên deryayî yên Ukraynayê têk birine.

(f)