Banka Çandiniyê mekanîzmayeke nû ji bo pereyên cotkaran ragihand

Banka Kooperatîfa Çandiniyê mekanîzmayeke nû ji bo dayîna pereyên cotkaran ji bo genimê ku di demsala heyî de hatiye radestkirin ragihand.

Banka Çandiniyê mekanîzmayeke nû ji bo pereyên cotkaran ragihand
12 tebax, 2026   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Banka Kooperatîfa Çandiniyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê giştînamek der bare mekanîzmayeke nû ji bo dayîna pereyên genim ji cotkaran re ji bo demsala 2025-2026’an weşand.

Li gorî giştînameyê, ji sedî 25’ê pereyên cotkaran dê ji bo hesabên wan ên "Sham Kash " werin veguheztin, lê ji sedî 75’ê mayî dê li gorî prosudorên bankê yên pejirandî were dayîn.

Bankê ji şaxên xwe xwest ku hesabên cotkaran vekin, dosyayên girêdayî datayên veguhastinên tên xwestin amade bikin.

Bankê destnîşan kir ku divê daneyên pêwîst ji bo cotkarên mafdar werin şandin da ku pereyên wan werin veguhastin.

Di giştînameyê de hat destnîşankirin ku ligel nebûna pereyên guncaw ev tedbîr ên girtin.

(f)