Hewldana 5 Sûriyeyiyan a ketina Urdunê hat tekbirin

Hêzên Parêzvanên Sînor ên Urdunê hewldana 5 Sûriyeyiyan a ketina li Urdunê têk bir û girtin.

Hewldana 5 Sûriyeyiyan a ketina Urdunê hat tekbirin
12 tebax, 2026   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parêzvanên Sînor ên Urdunê îro hewldana 5 Sûriyeyiyan a ketina Urdunê bi rêya nerewa têk bir, ew girtin û radestî aliyên eleqedar kir.

Bûyerên derbasbûna nerewa ji Sûriyeyê bo Urdunê, ligel hilweşîna rewşa jiyanî û bilindbûna rêêjeya bêkariyê zêde dibin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hewldanên dubare yên derbasbûna di sînor re şopandin. Ciwan xwe li rêyên xeter dixin, li şansên xebatê û jêdera debarê malbatên xwe diğerin.

(f)