Rûsyayê bajarekî Ukraynayê xist bin kontrola xwe yek jî bombebaran kir

Di êrîşeke Rûsyayê ya li ser bajarê Dnipropetrovskê  yê Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin û 14 kesên jî birîndar bûn. Rûsyayê jî ragihand ku wê bajarokê Kruglyakovka li herêma Xarkîvê li bakur-rojhilatê Ukraynayê xistya bin kotrola xwe.

Rûsyayê bajarekî Ukraynayê xist bin kontrola xwe yek jî bombebaran kir
27 hezîran, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di bombebarana Rûsyayê ya li ser bajarê Dnipropetrovskê de 3 sivîl hatin kuştin û 14 kesên din birîndar bûn. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî piştrast kir ku hêzên wan bajarê Kruglyakovka li herêma Xarkîvê li bakur û rojhilatê Ukraynayê xistiya bin kotrola xwe .

Wezaretê diyar kir ku hêzên wan bi mûşekek Kinzhal û dronan êrişî binesaziya balafirgehek leşkerî ya Ukraynayê kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku wan bajarê Kruglyakovka li herêma Xarkîvê xistiye bin kontrola xwe  û bi mûşekek Kinzhal û dronan êrişî binesaziya balafirgehek leşkerî ya Ukraynayê kiriye.

Hêzên Rûsyayê di hefteya borî de 6 êrişên berferh li ser dezgehên pîşesazî û leşkerî yên Ukraynayê pêk anîn, di encamê de li gelek eniyên şer windahiyên can û çekan çêbûn.

(k)