Amarîka peymana bazirganiyê bi Çînê re imze kir

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump got, Washington têkildarî bazirganiyê bi Çînê re peymanek îmze kiriye, lê agahiyên berfirehtir nedan.

Amarîka peymana bazirganiyê bi Çînê re imze kir
27 hezîran, 2025   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarê Qesra Spî piştre daxuyanî da AFP’ê û diyar kir ku peymana berê di navbera DYE û Çînê de hatî muzakerekirin, erê kiriye.

Wezîrê Bazirganiyê yê DYE’yê Howard Lutnick di Bloomberg TV de li ser pirseke ku têkildarî daxuyaniya kurt a Donald Trump hatî pirsîn, behsa muzakereyên li Londonê kir û got, peymana çarçoveya ku divê di asta herî jor de were erêkirin, êdî “hatiye îmzekirin û mohr lê hatiye xistin”.

Di meha Hezîranê de Washington û Pekîn ji bo li ser bazirganiyê li hev bikin, li Londonê li ser “çarçoveyeke giştî” peyman çêkirin û wezîfeya erêkirina vê yekê jî ji serokên xwe re hiştin.

Elementên xaka Çînê ku bi hêsanî peyda nabin, yek ji maddeyên rojeva sereke ya muzakereyên li Londonê bû. DYE’yê dixwest leza sewqiyata van materyalên stratejîk, car din bi lez bike. Ev maddeyên xam ji bo pîlên bi elektrîk, turbînên bayê û sîstemên parastinê (Fuze, radar, peyk) pir girîng e.