Rûsyayê armancên xwe yên sereke li Sûriyeyê diyar kirin

Rûsya diyar kir ku ew bi hikumeta demkî re di têkiliyê de ye û anî ziman ku parastina ewlehiya baregehên Rûsyayê û parastina nûnerên diplomat li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e.

Rûsyayê armancên xwe yên sereke li Sûriyeyê diyar kirin
11 kanûn, 2024   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di civîneke çapemeniyê de got, "Pêwist e em bi aliyên ku li ser erdê rewşê kontrol dikin re, têkildar bin. Ji ber ku kargeh û nûnerên me li wir in."

Peskov der barê hejmara hêzên Rûsyayê yên li Sûriyeyê mane û xebatên derxistina wan a muhtemel de tu agahî nedan.

Peskov êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Moskov dixwaze rewş di nêzîktirîn dem de aram bibe."

(mh/fr)