Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyên 4 şehdan spartin axê û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bin.

Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
Li Reqayê 4 şehîd hatin oxirkirin
11 kanûn, 2024   16:43
REQA

Xelkê kantona Reqa û gundewarê wê cenazeyên 4 şehîdan li goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê oxir kir. Navên şehîdan û cihên şehadetê wiha ne; endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îsmaîl Elî El Ebid li bajarê Sebxe yê rojhilatê Reqa şehîd bû, endamê Rêxistinên Civaka Sivîl şehîd Rifet Ebdullah Îsa li Reqayê şehîd bû, 2 şervanên QSDˋê Mihemed El Şewax û Ebdulkerîm Mihemed El Hisên li Helebê şehîd bûn.

Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Şîhab El Huwêş sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em ji dijmin re dibêjin em li ser erdê û li bin erdê bi rûmet dijîn. Êrişên wê tenê îsrara me ya berxwedanê zêde dike."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar El Seib sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Li hember vê terorê û sûcên wê yên hovane zarokên me xwedî li wefedariya xwe ya parastina xak û gelê xwe derket."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA