Rêber Apo bang li ciwanên koçî Ewropaye kir

Rêber Abdullah Ocalan, di hevdîtina dawî ya bi Şandeya Îmraliyê re de bang li ciwanên koçî Ewropayê bûne kir ku heke derfetên wan hebin vegerin welatê xwe û gotinû : “Ez ê li Îmraliyê bimînim lê naçim Ewropayê.”

Rêber Apo bang li ciwanên koçî Ewropaye kir
17 îlon, 2025   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî demekê dirêj di 28’ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin sê saetan domiya û hat diyarkirin ku li ser gelek mijaran hatiye axaftin. Hat zanîn ku di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan têkildarî ciwanên koçî Ewropayê dikin nirxandinên girîng kir. 

 Li gorî agahiyên ajansa mezopotamya Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kir ku divê kesên berê xwe didin Ewropayê jiyana xwe li welatê xwe ava bikin û ji xaka xwe dûr nekevin.

Rêber  Abdullah Ocalan, xelkê Riha, Agirî û bajarên din ên naxwazin li herêma xwe bimînin rexne kir û got ku ev yek encama polîtîkayeke bi zanebûn a dûrxistina ji xakê ye.

 HEWCEYE LI SER SEDEMÊN KOÇBERKIRINÊ NÎQAŞ BÊN KIRIN

 Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de anî ziman ku hewceye bi kûr û berfirehî li ser sedemên terikandina û dûrketina ji xaka welat nîqaş bên kirin.

 Hat zanîn ku Rêber Apo di hevdîtinê de wiha gotiye : “Ez Îmraliyê tercîh bikim lê dîsa jî naçim Ewropayê. Ez bi aşkerayî dibêjim; divê deynê xwe yê ji bo xak û çanda xwe bidin. Ez wan teşwîqî vê dikim. Yek ji hedefên min ên vê pêvajoyê jî ew e ku ji sirgunê weke kesên biwesf vegerinîm welat.”

 BANGA KOMUNÊ

 Di heman demê de hat destnîşankirin ku Rêber Apo di hevdîtinê de bi israr got ku divê Kurdên li Ewropayê ziman, çand û komunên xwe ava bikin.