Rûsyayê 361 dronên Ukraynayê xistin xwarê

Rûsyayê ragihand ku di rojekê de 361 dronên Ukraynayê xistine xwarê, yek ji wan li parzûngeha petrolê ya li navenda Rûsyayê ket. 

Rûsyayê 361 dronên Ukraynayê xistin xwarê
14 îlon, 2025   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku hêza wan a parastina asîmanî di 24 demjimêrên borî de 361 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Di daxuyaniyeke wezaretê, ku ji hêla Interfax ve hatî weşandin de, hat gotin ku hêzên Rûsyayê bi tundî li dijî dronan şer kirine. Lê ajansên serbixwe van hejmaran piştrast nekirine.

Wezaretê duh ragihandibû ku di şevekê de 42 dronên Ukraynayê hatine xistin, yek ji wan li parzûngeha petrolê ya li navenda Rûsyayê ket û di encamê de şewat çêbû.

Şaredarê Bashkortostan Radi Khabirov, da zanîn ku ziyan bi parzûngehê bûne, û hewldanên vemirandina agir berdewam dikin.

(k)