Îsraîlê li qada balafirgeha Ramon dronek bê bandor kir

Artêşa Îsraîlê li nêzî balafirgeha Ramon aNeqebê (Negev) dronek bê bandor kir û qada hewayî bi demekî girt.

Îsraîlê li qada balafirgeha Ramon dronek bê bandor kir
14 îlon, 2025   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa îsraîlê îro (14ˊê Îlona 2025ˊan) ragihand ku dronek ku hewl da bikeve asîmanê balafirgeha Ramon a li Neqebê, bê bandor kir. Artêşê ji bo pêşîlêgirtina hewlên din qada hewayî bi demkî girt.

Medyayên Îsraîlê dîmena kêliya teqandina dronê li nêzî asîmanê balafirgehê parve kirin.

Digel berdewama şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de ya ji Cotmeha 2023ˋyan ve, koma Hûsî ya Yemenê ji bo piştgiriya Filistiyan êrişên xwe didomin.

(fr)