Rûsyayê 14 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin xwarê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêmên Belgorod û Kurskê yên li ser sînorê Ukraynayê 14 balafirên bêmirov ên Ukraynayê hatine xistin.

Rûsyayê 14 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin xwarê
14 adar, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin: "Şeva borî hewlên rejîma Kîevê ku bi balafirên bêmirov êrişên terorîstî li dijî cihên li ser xaka Rûsyayê pêk bînin, hatin pûçkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin li herêma Belgorod 11 balafirên bêmirov û li Kurskê 3 balafirên bêmirov hatine xistin.

Roja çarşemê jî bi dehan balafirên bêmirov ên Ukraynayê herêmên Rûsyayê, bi taybetî cihên binesaziya enerjiyê kiribûn armanc.

(eg/bb)