Ji ber zextên çeteyan cenaze veşartin

Ji ber zextên çeteyan, malbata zarokê bi navê Ehemd Mamo yê ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin neçar ma ku cenazeyê zarok veşêrin.

Ji ber zextên çeteyan cenaze veşartin
14 adar, 2024   13:42
NAVEDNA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku pêşî li xwepêşandanan bigire, malbata zarokê bi navê Ehmed Mamo yê hatibû qetilkirin, neçar kir ku bi lez wî defin bike.

Li gorî agahiyên ku malbata Ehmed Mamo dane, ji ber zextên çeteyên dewleta Tirk a dagirker neçar ma ku cenazeyê Ehmed Mamo veşêrin.

Cenazeyê Ehmed Mamo yê duh ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin, bi beşdariya bi sedan xelkê navçeya Cindirêsê li goristana gund hat veşartin. Di dema veşartina cenazeyê bi hezaran çete li navçeyê belav bûn.

 Çeteyê dewleta Tirk a dagirker duh zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalid Mamo (15) qetil kiribû. Malbata zarok gotibû heta kujer radestî wan nekin û neyê cezakirin, ew kurê xwe venaşêrin. Her wiha bang li xelkê Efrînê kir ku tev li protestoya wan bibin û piştgiriyê bidin xwesteka wan.

(bb)

ANHA