Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin 

DBP, DEM Partî, TJA û Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyên nivîskî pîroz kirin û wiha gotin: “Ev roj ne tenê roja zimanekî ye, di heman demê de roja berxwedan û xwedîderketina li nasnameyê ye.”

Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin 
15 gulan, 2026   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat çapkirin. Di sala 2006an de 15ê Gulanê weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd ji wir û şûn ve her sal 15ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dike.

Bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Partiya Herêmên Demokratîk, (DBP), DEM Partî û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyên nivîskî parve kirin peyamên xwedîderketina ziman dan.

DBP: Roja xwedîderketina nasnameyê

DBPê bi bîr xist ku di 15ê Gulana 1932yan de bi weşandina Kovara Hawarê ya ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve, bingeha nûjen a ziman û wêjeya Kurdî hatiye avêtin. DBPê destnîşan kir ku Hawar di şert û mercên dijwar de ji bo zimanê Kurdî bûye deng û hêviya zindîbûnê, loma ev roj ne tenê roja zimanekî ye, di heman demê de roja berxwedan û xwedîderketina li nasnameyekê ye.

Malên xwe bikin dibistan

DBPê diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên înkar û bişaftinê jî, gelê Kurd zimanê xwe bi berxwedan û bedelên giran gihandiye roja îroyîn. DBPê anî ziman ku her hevoka bi Kurdî israra ji bo azadî û wekheviyê ye û wiha domand: “Divê em hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe bixemilînin. Malên xwe ji xwe re bikin dibistan, zimanê xwe bigihînin nifşên nû, xwedî li çand û hunera bi zimanê xwe yê dayikê derkevin.”

‘Kurdî ji bo gelê Kurd xeta sor e’

DBPê bal kişand ser polîtîkayên yekperest û bişaftinê yên ku hîn jî didomin û ev tişt got: “Her çend em îro di qonaxeke dîrokî re derbas bibin jî, em hîn li hemberî pergala yekperest hawara xwe ya ji bo zimanê xwe didomînin. Yek ji zaraveyên me Kirmanckî/Zazakî niha bi din xeteraya windabûnê de ye. Ev rewş encama rasterast a polîtîkayên înkar û bişaftinê ye ku bi salan li ser zimanê Kurdî tê meşandin. Parastina Kirmanckî/Zazakî, di heman demê de parastina pirrengî, çand û bîranîna gelê Kurd e. Divê baş were zanîn ku zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd xeta sor e û daxwaza me eşkere ye. Em ji bo zimanê xwe ‘statu’ û perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Bi vê mebestê, cejna zimanê me li hemû ax û welatê me, li gelê me pîroz be. Em ê tim bi Kurdî bixwînin, binivîsin, biaxivin û bijîn!”

DEM PARTÎ: BİKARANÎN Û PÊŞXİSTİN GİRÎNG E

DEM Partî di daxuyaniya xwe de 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Pêvajoya ku di sala 1932an de li Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest pê kir, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîn û pêşxistina zimanê Kurdî yê ku gelê Kurd bi salan jê bêpar hatibû hiştin, nîşana serdemeke girîng e. Ziman; bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in. Zimanê dayikê, nîşana herî xurt a nasnameya gelan e. Ji ber vê yekê, azadiya ziman ne tenê mafekî çandî ye, di heman demê de bingeha jiyaneke wekhev, demokratîk û mafê beşdariya siyasî ye.”

Di berdewamê de DEM Partiyê da zanîn ku Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye û wiha ev tişt gotin: “Lê ji ber polîtîkayên yekperest û cudaxwaz ên netew-dewletan bi salan di bin zextê de maye û bi milyonan mirov ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin. Nenasîna mafê zimanê dayikê, îro jî wekî yek ji sedemên herî girîng ên pevçûnên civakî berdewam dike. Aştiya civakî tenê bi xurtkirina nirxên demokratîk û lihevkirina civakî pêkan e.

Di vê roja watedar de, em bang li hemû jin, ciwan, kedkar û ronakbîran ên ku ji bo ziman, çand û nasnameya me têdikoşin dikin ku em bi hev re bibin hêza avaker a civaka demokratîk, berpirsiyariyê bigirin ser xwe, li dora “zimanê dayikê” ku nirxekî hevpar ê civaka demokratîk e bicivin, civakîbûnê bihûnin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî û gelê Kurd pîroz dikin.

TJA: CEJN BİNGEHÊ Jİ RÛPELÊN HAWARÊ DİGİRE

TJA 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Ev cejn bêguman bingeha xwe ji rûpelên kovara HAWARê digre û her yek ji wan rûpelên ku ji Şamê derkeve dike ku bingeh û stûna zimanê kurdî qayimtir bibe. Di roja Cejna zimanê kurdî de em dkarin bêjin ku yek hem di çanda berxwedanê de hem jî çanda kurdewar de rola jinên kurd ên berxwedêr berbiçav e. Tê zanîn ku weke hemû çandên li ser rûyê cîhanê di çanda kurdan de jî têkiliya jin û ziman, ne tenê têkiliyeke ji rêzê ye; ew bingeha hebûn û manê ye. Zimanê Kurdî sedsalan bi saya ked û dengê jinan li ser piyan maye.

‘RÊWÎTİYA TJAYÊ DİDOME’

Di dawiya daxuaniyê de TJA anî ziman ku li li Rojhilata Navîn bi destê ferasetên desthilatdaran dehan çand, ziman û nasnameyên curbicurî bi asîmîlasyonê heliyanû wiha derbirî: “Zimanê kurdî bi têkoşîneke bê hempa li dijî vê ferasetê li ber xwe da û hê jî li ber xwe dide. Em jî wek Tevgera Jinên Azad ku di vê têkoşînê de carinan wek Mestûre Erdelanî, carinan wek Leyla Qasim, carinan wek Zîlan, Bêrîtan, Sema û Sakîneyan her û her me li ber xwe da û hê jî ev rêwitiya me ya berxwedanê didome. Li dijî asîmîlasyon, tunnekirin û qirkirina polîtîkayên ziman em ê her li ber xwe bidin û tenê kêliyekê jî nefikirin. Ziman hebûn û nasnameya me ye.

ÎNSİYATÎFA YEKİTİYA DEMOKRATÎK: DİVÊ KURDÎ BİBE ZİMANÊ PERWERDEHİYÊ

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bal kişand ser girîngiya rojê û got: “Çirûska ku di 15a Gulana 1932yan de hatiye pêxistin, di warê pêşxistin û parastina Kurdî de xaleke werçerxê ye. Lewra Hawar tenê kovareke wêjeyî ye, di heman demê de li dijî êrîşên li ser gelê Kurd û înkara hebûna neteweyî; xwe zanîn e û xwe nasîn e. Zimanê Kurdî (Kurmancî, Kirmançkî), di nava sedsala dawîn de rastî zext û zordariyeke giran hat, pir caran bi êrîş û qedexeyên tund re rû bi rû ma. Lewra ji ber polîtîkayên yekperest hebûna neteweyî ya Kurd, zimanê dayikê û xaka gelê Kurdan ku navê wê Kurdistan e hat înkarkirin. Lê gelê Kurd tu car pê razî nebû ku bêyî nasname, ziman û axê di nava bêrûmetiyê de bijîn. Ji ber vê ye ku pakrewanên têkoşîna azadiyê di heman demê de wekî pakrewanên zimanê Kurdî jî di dilê gele xwe de cihê xwe girtine.”

‘Ala zimanê Kurdî li her qadê jiyanê bilind bikin’

Di dawiyê de Însiyatîfê bang li gel kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û got: “Herwiha banga me li gelê me ye ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Lewra banga Ehmedê Xanî û şîretên Celadet Alî Bedirxan di guhê her kesê Kurdperwer de hê jî deng didin. Her netewe li hemberî zimanê xwe xwediyê berpirsiyariyeke dîrokî ye. Ligel têkoşîna statû û perwerdehiya bi Kurdî, divê her kes bi zimanê xwe yê neteweyî biaxive, bifikire û binivîse. Lewra zimanê Kurdî li ser her Kurdekî welatperwer ferz e. Nayê paştguhxistin, nayê taloqkirin, nayê jibîrkirin!

Em îsal 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi hevî û moreleke mezin pêşwazî dikin. Bi hişmendiya civaka demokratîk, divê ciwan û jin, karker û ronakbîr, gel û hemû xemxurên zimên ala Kurdî li her qada jiyanê bilind bikin. Em jî di serî de hemû pakrewanên zimanê Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”