Rûsya ragihand ku wê bajarokekî Ukraynayê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê bajarokê Volkhovskoye yê Xarkîvê kotrol kir û bender û binesaziya Ukraynayê kir hedef.

Rûsya ragihand ku wê bajarokekî Ukraynayê kontrol kir
21 tîrmeh, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarê Volkhovskoye yê  herêma Xarkîvê ya li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

 Wezaretê di dauxyaniyê de destnîşan kir ku hêzên wê hedefkirina cih û binesaziya leşkerî ya Ukraynayê didomînin.

Li gorî daxuyaniyê, bendera Odessa û hin benderên din ên ku di warê leşekrî de tên bikaranîn hatin hedefkirin. Di heman demê de pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê 7 fuzeyên krûz ên Flamingo û 655 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê destnîşan kir ku hedefgirtina tesîsên sotemenî, enerjî û veguhastinê, cihên komkirin û hilanîna dronên dûravêj didomîne.

(bb)