Li gundewarên Quneyterayê tevgera Îsraîlê

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ket gundê Seyda Hanût ê Quneyterayê.

Li gundewarên Quneyterayê tevgera Îsraîlê
21 tîrmeh, 2026   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku dewriyeya hêzên Îsraîlê di deriyê Til Ebû Xîsar re ket gundê Seyda Hanût ê Quneyterayê û gereke meydanî pêk anî.

Heya niha nehatiye zanîn gelo pevçûn çêbûye an kesek hatiye girtin an na.

Duh jî yekîneyeke Îsraîlê bi 2 erebeyên leşkerî ket gundewarê rojavayê Derayê û di heman deriyê re ber bi Wadî Ruqadê ve çû. Piştî demeke kin ji herêmê vekişiya.

(bb)