Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû

Nûnerên Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bûn. Beşdaran xwestek û hêviyên ciwanan ên ji bo siberojê û her wiha pirsgirêkên nifûsê gotûbêj kirin.

Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî paneleke li Şamê bû
21 tîrmeh, 2026   18:03
ŞAM

Piştî temamkirina pêvajoya entegrasyonê, Desteya Jinan a Cizîrê beşdarî penelekê bû ku li Şamê ji hêla Komîsyona Malbat û Nifûsê ya Sûrîyeyê ya girêdayî Wezareta Kar û barên Civakî û Kar ve hat lidarxistin.

Li ser navê Desteya Jinan seroka wê Rohat Xelîl û cîgirên wê Nercis Yousef û Wasayef Dandah tev li panelê bûn. Her wiha wezîra kar û barên civakî û kar Hind Qabawat jî beşdar bû.

Nûnerên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û saziyên civaka sivîl beşdarî panelê bûn. Beşdaran pirsgirêkên nifûsê gotûbêj kirin. Beşdaran her wiha li ser xwestek û hêviyên ciwanan gotûbêj kirin û bal kişand ser girîngiya beşdarkirina wan di çêkirina polîtîka û bernameyên nifûs û geşedanê de.

(k)

ANHA