Rûsya ragihand ku wê 126 dronên Ukraynayê xistiye

Rûsyayê ragihand ku yekîneyên parastina hewayî di saetên şevê de 126 dronên Ukraynayê xistiye.

Rûsya ragihand ku wê 126 dronên Ukraynayê xistiye
15 adar, 2025   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku pergala wî ya parastina hewayî di saetên şevê de şev bi kêmanî 126 dronên Ukraynayê li herêmên Rûsyayê xistine xwarê.

Wezaratê di daxuyaniyê de ragihand ku "Bersiva êrişan bi awayekî çalakî hatine dayîn û di encamê de li herêmên cuda yên welat dron hatin xistin."

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li herêma Volgogradê 64 dron, li herêma Voronezh 38, li Belgorodê 14, li herêma Bryansk 7, li herêma Rostovê 2, li herêma Kurskê 1 dron hatin xistin.

(bb)