Di rojekê de yek jê zarok 33 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di 24 saetên dawî de yek jê zarok 33 kes hatine kuştin.

Di rojekê de yek jê zarok 33 kes hatin kuştin
15 adar, 2025   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de yek jê zarok bi kêmanî 33 kes hatine kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku li Tertûs, Banyaz, Ceblê, Laziqiyê û Derayê herî kêm 25 kes hatin înfazkirin. 3 kes ku beriya çend rojan li benda kontrolê ya gundê Miawna yê li ser rêya Safêta-Tertûsê hatibûn binçavkirin, kuştî hatin dîtin. Hate gotin, li ser cenazeyên wan şopên guleyan xuya bûn.

Li gorî SOHR’ê, li bejahiya Kebacib ê gundewarê başûrê rojavayê Dêrazorê cenazeyek hat dîtin ku şopên guleyan li ser hebûn.

Ji ber teqîna bermahiyên şer jî, li gundê Edman ê bakurê Dêrazorê, li gundê Mehsnlî yê Minbicê, li gundê Fewa yê Idlibê û li bajarê Mabata yê Efrîna dagirkirî, 4 kes hatin kuştin ku di nav de zarokek hebû.

(bb)