Cîgirê Trmup: Divê Rêveberiya DYA’yê civakên dîrokî yên li Sûriyeyê biparêze

Cîgirê Serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku divê rêvebiriya Amerîkayê bîne bîra xwe ku li Sûriyeyê bi kê re dide û destine û got: "Divê parastina van civakên dîrokî bike."

Cîgirê Trmup: Divê Rêveberiya DYA’yê civakên dîrokî yên li Sûriyeyê biparêze
15 adar, 2025   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate diyarkirin ku Cîgirê Serokê Amerîkayê Donald Trump, J.D. Vance, rexneyên tund li rêveberiya nû ya Sûriyê kir.

J.D. Vance di hevpeyvînekê ligel Fox News de got welatê wî "hêzên amerîkî li Sûriyeyê belav nekirine, lê ji bo parastina kêmneteweyan li wir gelek tişt hene ku em dikarin di warê dîplomasî û aborî de bikin."

Vance diyar kir ku "divê rêveberiya DYA'yê bi bîr bîne ku li Sûriyeyê bi kê re dide û destine. Divê parastina van civakên dîrokî bike."

J.D.Vance îşaret pê kir ku Washington bi hevalbendên xwe re diaxive û anî ziman ku "Wahington li pişt perdê kar dike da ku desthilata Şamê ya tundrew teşwîq bike ku civakan biparêze û mafên wan mîsoger bike."

(bb)