Rûsya peymanên leşkerî yên bi welatên rojava re bi dawî kirin

Hikumeta Rûsyayê hin peymanên leşkerî yên ku di salên 1990’an de bi  welatên rojava re îmze kirine, bi dawî kirine.

Rûsya peymanên leşkerî yên bi welatên rojava re bi dawî kirin
20 kanûn, 2025   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Rûsyayê duh (19 kanûn 2025) biryarnameyek derxist. Biryarname destûr dide Wezareta Parastinê ku çend peymanên leşkerî yên ku di salên 1990’an de bi Almanya û hin  welatên din ên rojavayî re îmze kiriye, bi dawî bike.

Di biryarnameyê de, peymana ku 13’ê Nîsana 1993’an di navbera wezaretên parastinê yên  Almanya û Rûsyayê de hatiye îmzekirin bi dawî dibe.

Her wiha peymanên tevkriya leşkerî yên bi Bulgaristan, Polonya,  Norwêc, Romanya û Danîmarka, Brîtanya, Hollanda, Kroatya, Belçîka û Komara Çek re îmze kirine bi dawî dike.

Di biryarnameyê de, bidawîkirina van peymanan wekî ’’beşek ji nû ve nirxandina peymanên leşkerî bi awayekî  ku li gorî berjewendiyên neteweyî yên Rûsyayê û hawîrdora ewlehiyê be" hat bi navkirin.

(b)