Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin

Meclisa Aborî û Çandinî ya Kantona Firatê diyar kir ku heta niha gelek projeyên wan ên cihêreng aktîf bûne.

 Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin
 Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin
 Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin
 Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin
 Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin
 Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin
 Projeyên Meclisa Aborî û Çandiniyê aktîf dibin
20 kanûn, 2025   09:24
KOBANE
SARYA ŞÊXO

Meclisa Aborî û Çandinî ya Kantona Firatê bi projeyên xwe yên cihêreng ji bo gel di nava xizmetê de ne û hin ji wan jî aktîf bûne. Wê projeyên li ser asta Firatê yên mezin werin vekirin.

Kobanê Mol ku yek ji projeyên herî mezin ên li ser asta kantona Firatê ye, wê di demeke gelekî nêzîk, nemaze di vê hefteyê de vebe. Projeya kortên daran, anku erebeya kolandina daran, di nava gel de bi nîva qîmet kortên daran dikolin û cotkar têde darên xwe diçîn in, ew ne weke her kesî ku daran dikole anku ew bi nîvqîmet dikole. Ev projeya erebeya kolandinê, him ji bo pêşxistina vesaziya çandiniyê û him jî ji bo zêdekirin û parastina xwezayê ye. Girêdayî Meclisa Aborî komîteya sotemeniyê ya çandiniyê ji 10`ê Cotmehê de dest bi belavkirina mazotê çandiniyê li cotkaran kiriye.

PROJEYA KOBANÊ MOL

Der barê vê mijarê de hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Firatê Ebas Mihemed Elî û cotkar ji ANHA`yê re axivîn.

Komîteya Bazara Civakî ya girêdayî Kooparatîfa Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Firatê di destpêka Tîrmeha îsal de dest bi xebatên avakirin navenda projeya "Kobanê Mol" kiriye û wê di 2 rojên bê de were vekirin. Kobanê Mol yek ji projeyên ji bo şikandina xelaya ango bihabûna kel û pelên jiyanê yên ku Bazirgan her rojê bi miqdarekî biha difroşin gel, ev projeya Kobanê mol wek projeyeke sknandina li hemberî bihabûnê ye û bi miqdarekî nîva qîmet kel û pel wê werin firotin.  

Navenda kirînê niha amade ye. Di navendê de xwarin, vexwarin, tiştên paqijiyê  û pêdiviyên Zarokan weke Şîr hene û wê di du rojan de were vekirin. Cihê wê li Pêşiya Navenda Desteya Çandinî û Aborî ya bajarê Kobanê ye.

PROJEYA EREBEYA ÇANDINIYÊ

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Firatê ji bo çandiniya erdê di qonaxa berî çandinê de erebeyek çandiniyê veqetandiye da ku piştgiriya cotkaran di kolandina daran de bike. Ev erebe ji bo pêşxistina rêjeya çandiniyê daran di nava gel de û parastina xwezayê projeya erebeya çandiniyê di nava gel de kar dike.  

Di dewama axaftinê de, Ebas destnîşan kir ku şert û mercên avhewayê bandoreke girîng li herêmê kiriye, cotkar di salên borî de bi rengekî tenê genim û ceh diçînin, divê li şûna wê hin berhemên din anku çandinî bi şêwazên cuda were çandin. Ji ber vê yekê wan makîneyek ji bo kolandina kortên daran bi bihayekî maqûl ji bo cotkaran kirî û peyda kir.

Ebas anî ziman ku makîne bi 50 dolarên amerîkî (saet) dixebite, lê makîneyên sektora taybet saetekê bi 100 doaran distînin.

Cotkar Hikmet Cuma yê ji gundê Sitî yê Kobanê ev projeya ku Meclisa Aborî bi pêş xistiye ji bo gel, cihê spasiyê ye, ji ber ku bi miqdarê herî kêm pereyan digire û di heman demê de jî ji bo pêşxistina asta çandiniyê ev gaveke erênî ye.

PROJEYA AVA FIRATÊ JI BO 200 HEKTAR ERDÊN BEJÎ BI AV BIKIN

Zeviyên li bajarê Qinê ya rojhilatê Kobanê zeviyên bejî çandine. Ji bo ku ava Firatê bibin 200 hektar erd. Ev proje jî beriya demekê hate erêkirin û niha di amadekariyê de ye. Ev proje wê gel gelekî sûd jê werbigire. Em wan erdan bi awayekî kooperatîf bi rê ve bibin, ji bo gelê herêmê.

BELAVKIRINA MAZOTA ÇANDINÎ LI COTKARAN

Ebas di dewama axaftina xwe de diyar kir ku komîteya Sotemeniya Çandiniyê ya Kantona Firatê di 10`ê Cotmehê de dest bi belavkirina mazota çandinî li cotkaran û çalakkirina kartan kiribû û wiha got: "Heta niha zêdetirî 4 hezar kart hatiye çalakirin. Ji bo wergirtina mazota Çandinî ya cara yekemîn heta niha neqediya ye. Divê her kes berê xwe bide Sotemeniyê û mazota xwe ya cara yekemîn bistîne berî ku dema wê biqede.”

Di berdewama axaftinê de Ebas da zanîn ku bihayê lîtreyek mazota çandiniyê îsal hezar û 350 lîreyên Sûriyeyê ye. Komîteya Sotemeniyê 3 stasyonan ji bo belavkirina wê mazota çandiniyê diyar kiriye. Stasyona Boxazê, stasyona Tel Heceb û stasyoneke din jî li bajarê Eyn Îsayê ye.

Hevserokê Meclisa Aborî û Çandinî ya Kantona Firarê Ebas Mihemed Elî diyar ku ku ew ê ji bo gelê xwe her di nava kar û xebatê de bûn û xizmetî civakê bikin.

Cotkar Hesen Mixlif anî ziman ku wan mazota xwe ya ji bo çandiniyê standiye û gelekî baş e û got mazota çandiniyê îsal gelekî baş e û hêviya wan ew e ku îsal mazotê zêde li cotkaran belav bikin.

ANHA