Rûsya nuqteyeke din a çavdêriyê li Colanê ava kir

Hêzên Rûsyayê nuqteyeke din a çavdêriyê li girê Colanê yê dagirkirî ava kir.

Rûsya nuqteyeke din a çavdêriyê li Colanê ava kir
10 mijdar, 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê ragihand ku wê li girê Colanê yê dagirkirî yê başûrê Sûriyeyê nuqteyeke din a çavdêriyê ava kir.

Hate diyarkirin ku buqteya nû ya çavdêriyê di devera "Til Ehmer" an ku li beramberî herêma "bê çek" ya di navbera hêzên hikumeta Şamê û artêşa Îsraîlê de  hatiye avakirin.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Rûsya yên li Sûriyê General Alexander Rodionov ji ajanseke rûsî re ragihand, “Îro me nuqteyeke girêdayî hêzên rûsî li dirêjahiya herêma Quneytera ya li başûrê Sûriyê ava kir. Ev nuqte di çarçoveya rêkeftinên bi armanca ku herêma "bê çek" neyê binpêkirin de hatiye avakirin. "

Rodionov anî ziman ku Tabûra Tankan a girêdayî polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji bo vê nuqteyê hatiye erkdarkirin.

Rodionov diyar kir ku ev nuqte ya 8ˈemîn e ku artêşa Rûsyaya li herêma "Bê çek" ava kirine. Lê çavkaniyên xwecih diyar kirin ku 18 nuqteyên hêzên Rûsyayê li herêma beramberî girê Colanê, Dera û gundewarê Şamê hene.

Herêma "Bêçek" ku li ser xeta "Bravo ye" sala 1974ˈan an ku piştî bidawîbûna  Şerê Tişrînê (1973) bi biryara NYˈyê hate avakirin.

(bb)