Rûsya li dijî Ukraynayê fûzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî

Ukrayna îdia kir ku Rûsyayê di şer de cara yekemîn fûzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî.

Rûsya li dijî Ukraynayê fûzeya balîstîk a navparzemînî bi kar anî
21 mijdar, 2024   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ukrayna piştî bi fûzeyên dûravêj ên ku DYA’yê dabû wan, li axa Rûsyayê xist, hat îdiakirin ku Rûsyayê bi fûzeya balîstîk a navparzemînê li Ukraynayê xist. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê hêzên hewayî yên Ukraynayê ve hat dayîn, êriş danê sibê li bajarê Dnipro hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku fûze ji aliyê Rûsyayê ve ji herêma Astrahanê ya nêzî Behra Xezerê hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel fuzeya balîstîk 8 cureyên fûzeyên din hatine avêtin. Hat ragihandin ku ji wan fûzeyan 6 jê hatine xistin û hatine îmhakirin. Hat îdîakirin ku di êrişê de 2 kes birîndar bûne û gelek xanî, tesîsên pîşesazî û navendeke rehabîlîtasyonê zirar dîtine.

PEYAMA ÇEKÊN NUKLEERÎ

Ji ber ku fûze xwedî kapasîteya serikên nukleerî ne û hem dûravêj in, weke peyamek girîng tê dîtin. Rûsyayê heta niha der barê mijarê de daxuyanî nedaye.