Bîlançoya êrişa Tedmurê bilind bû: 79 kes hatin kuştin

Di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê li dijî bajarê Tedmurê yê Sûriyeyê de 79 kes hatin kuştin.

Bîlançoya êrişa Tedmurê bilind bû: 79 kes hatin kuştin
21 mijdar, 2024   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî 3 nuqteyên li bajarê Tedmurê yê rojhilatê Humsê de, heta niha79 kes hatine kuştin û 34 birîndar bûne.

Êriş li dijî nuqte û navendên komên Îranê, tevgera "Nuceba" ya Iraqê û fermandarên Hizbullaha Lubnanê bûn. Her wiha embargeheke çekan li nêzî herêma pîşesaziyê ku tê de malbatên endamên komên Îranê dimînin, hat hedefgirtin.

Li gorî SOHR'ê ji destpêka 2024'an ve, Îsraîlê 152 caran li dijî xaka Sûriyeyê êriş pêk anîne. Ji wan êrişan 126 hewayî û 26 bejayî ne. Di encama wan êrişan de nêzî 273 embargehên çekan, navend, baregeh û wesayît hatin hedefgirtin û rûxandin.

Her wiha di encama êrişan de 381 leşker hatin kuştin û 287 birîndar bûn.

(mh/fr)