Rûsya: Di hefteyekê de 10 bajarok hatin kontrolkirin

Rûsya ragihand ku wê di hefteyekê de 10 bajarok li Sumy, Donetsk û Kharkiv ên Ukraynayê kontrol kiriye.

Rûsya: Di hefteyekê de 10 bajarok hatin kontrolkirin
4 gulan, 2026   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê di hefteya borî de 10 bajarokên nû yên Ukraynayê kontrol kirine.

Li gorî daxuyaniyên ku ji aliyê ajansên RIA Novosti û Sputnik ve hatiye parvekirin; di navbera 27'ê Nîsanê û 3'yê Gulanê de, 4 bajarok li herêma Sumy, 4 li Donetsk û 2 li Kharkiv hatin kontrolkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku hêzên Rûsyayê di hefteya borê de, 3 bajarokên din di nav de 2 li Kharkiv û yek li Donetsk kontrol kirine.

 (bb)